Tarih : 23-09-2026 7 defa incelendi
Şaredariya me, piştî bidawîbûna pêvajoya îhaleyê, li gundê Qilva dest bi xebatên danîna kevirên parkeyên kilît kir.
Serkariya Karên Fenê,ji bo zehmetiyên çûnûhatina hemwelatiyan ji holê rabike, karên rê û raxistina kevirên kilîtkirî ku li herêmên gundewarî hatine destpêkirin didomîne.
Şaredariya me, piştî encamdana îhaleya parkeyê ya ji bo kolan û cadeyên gundên Qilva, Cobinî, Çinarê, Sûveydî,Şêxşopan,Misirîk, Bedurlu û Pornagê ku bi kevirên parkeya kilît werin raxistin, dest bi xebatên xwe kir. Tîmên şaredariyê, piştî ku îhaleya 110 hezar û 840 metreçargoşeyî ya ku di 19’ê Tebaxê de bi nirxê texmînî yê 127 mîlyon 398 hezar û 459 TL yî derketibû û bi teklîfa bihayê ya 67 mîlyon 275 hezar û 656 TL yî encam da, xebatên xwe lez kirin. Piştî peymana ku di 16’ê Tîrmehê de bi şîrketa Esdemîr Nakliye Înşaatê re ku di nav 19 fîrmayan de teklîfa herî kêm da hat pejrandin, îro li Qilva dest bi xebatan hate kirin. Hevşaredarên me Semra Akyuz, Mehmet Şerîf Arzû, Cîgirê Hevşaredar Kader Ûzûn Madenkûyû û Serkarê Karên Fenê Remezan Akçay di roja ewil de dest bi xebatan kirin û bi welatiyan re hatin cem hev.
Hevşaredaran daxwaz kir ku ev xebat bibe destpêka pêşketinên baş û diyar kirin ku piştî bidawîbûna îhaleyan li gundên mayî, dê xebat bi awayekî gav bi gav û li gorî bernameyê bidomînin.
Hevşaredaran herwiha bal kişand ser girîngiya piştgiriya welatiyan ji bo hilberîna xizmetên bi kalîte û got ku ji welatiyan hêvî dikin ku di pêvajoya xebatan de piştgirî û hevkariyê bikin.