Hevşaredar Arzu Di Cihê Wê De Vekolîna Xebatên Rê Kir

Hevşaredar Arzu Di Cihê Wê De Vekolîna Xebatên Rê Kir

Tarih : 26-08-2026 5 defa incelendi

​Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerif Arzu û Cîgirê Hevşaredar Mehmet Bozkurt, xebatên rê yên ku li taxên gundewarî temam bûne û dewam dikin di  cihê wê de kontrol kirin.

​Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerif Arzu û Cîgirê Hevşaredar Mehmet Bozkurt, xebatên çêkirin û sererastkirina riyan û raxistina kevirên parkeyê yên li derdora mizgeft û malên şînê yên ku li taxên gundewar tên meşandin di cih de vekolîna wan kirin. Hevşaredar Arzu û Cîgirê Hevşaredar Mehmet Bozkurt  gundên Xana Axparê, Gorece, Şujik û Dûgrûkê ku li van deveran xebatên çêkirina rê temam bûne, serdana wan kirin; Arzu li vir ji Gerînendeyê Karûbarên Fenê yê Şaredariya Xana Axparê Ramazan Akçay derbarê xebatan de agahî wergirt. Arzu û heyeta ligel wî ku guhdariya keyayê taxan kirin, paşê derbasî gundê Qûrgunê bûn ku xebat lê dewam dikin.

​Gerînendeyê Karûbarên Fenê yê Şaredariya Xana Axparê Ramazan Akçay jî diyar kir: "Di meha Tebaxê de xebatên çêkirina rê, raxistina kevirên parkeyê li derdora malên şînê, mizgeft û li qadên parkê di çarçoveya lîsteya xebatê de dê berdewam bikin. Di vê mehê de bi temambûna pêvajoya îhaleya çêkirina parkeyan, li gundên di nav îhaleyê de dê xebata çêkirina parkeyan dest pê bike. Piştî xebatên çêkirina rê û parkeyan, bi danîna menfezan a ji bo ava baranê û ava ku li ser zemînê kom dibe dê xebatên me berdewam bikin."

​Akçay got ku şaredarî ji bo sala 2026an di çarçoveya bernameya diyarkirî de li taxên gundewar dê xebatên xwe li qadê berdewam bike.


Paylaş