Ji Bo Xebatkarên Şaredariya Xana Axparê"Perwerdehiya Mafên Astengdaran"

Ji Bo Xebatkarên Şaredariya Xana Axparê

Tarih : 06-08-2026 4 defa incelendi

Şaredariya Xana Axparê, bi amanca zêdekirina gihîştin û rehetiya fîzîkî ya kesên astengdar, ji bo Gerînendeyên Yekeyan û xebatkaran di derbarê gavên ku dikarin di xizmetên şaredariyê de werin avêtin de bernameyeke perwerdehiyê li dar xist.

​Şaredariya Xana Axparê, ji bo afirandina hişmendiyê ya di pirsgirêka gihîştina fîzîkî de ku kesên astengdar di tevlîbûna jiyana civakî de rastî wê tên û ji bo rakirina pirsgirêkên ku kesên astengdar di xizmetên şaredariyê de dijîn, ji bo Gerînendeyên Yekeyan û xebatkaran  bernameyeke perwerdehiyê li dar xist. Di bernameya ku li Şaredariya me hat lidarxistin de, Cîgira Hevşaredarên me Kader Uzun Madenkuyu, Gerînendeyên Yekeyan û xebatkar lê amade bûn.

​Di perwerdehiyê de mijarên wekî; ka Yekeyên şaredariyê û xizmetên van Yekeyan li gorî astengdaran hatine amadekirin an na, rakirina astengiyên li ber astengdaran di avakirina navçeyê de, îstihdama kesên astengdar û di nava şaredariyê de avakirina Gerînendeyeke ji bo kesên astengdar hatin destgirtin.

​Di bernameya perwerdehiyê de Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê) Hatice Betul Çelebî pêşkêşiyek kir. Hatice Betul Çelebî diyar kir ku modernîteya kapîtalîst avahiyeke hîyerarşîk e û bi feraseta ku kesek, komek civakî an jî neteweyek xwe ji ya din bilindtir dibîne hatine avakirin. Çelebî bal kişand ser ku ev avahî li ser "asayî (normal)" û "zexmparêziyê" hatine avakirin û di avakirina "asayî û zexmparêziyê" de "afirandina wateya dîrokî ya bedenê" nirxand. Çelebî got: "Îro rojekê ferz kirina normekê li ser bedenê tê kirin. Beden êdî bûye metayekê, metayeke kêm e û divê were temamkirin û newaze bibe, bêqusûr û bêkêmasî be."

​Çelebî ku bal kişand ser ramanên teorîk ên neyînî yên ramanwerên wekî Arîsto, Platon û Jean Jacques Rousseau ku hem beden kirine norm û hem jî li dijî astengdaran in.  ji bo beşdarên perwerdehiyê bûne jî anî ziman: "Ev biryara ku hûn ê ji vê saetê û şûn de bidin e, girîng e. Hûn ê rûmeta astengdaran biparêzin an naparêzin? Hûn ê ji vê saetê û şûn de biryara vê bidin. Guherîna kesên ku xwe wekî norm dibînin dikare gelek tiştan biguherîne."


Paylaş