Tarih : 09-07-2026 2 defa incelendi
Di navbera Şaredariya Xana Axparê û Sendikaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-İş) ya girêdayî Konfederasyona Sendikayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Hejmar 1 ya Şaxa Amedê de Peymana Kar ya Tomarî hate mohrkirin.
Di navbera Şaredariya Xana Axparê û Sendikaya Genel-İşê ya girêdayî DİSKê Hejmar 1 ya Şaxa Amedê de peymana 3 salan a Kar ya Tomarî (Komî) hate îmzakirin. Peymana ku mafên aborî û civakî yên karkerên şaredariyê dihewîne; di navbera Hevşaredarên Xana Axparê Semra Akyuz û Mehmet Şerif Arzu, Serokê Şaxa Hejmar 1 a Genel-İşê ya Amedê Heval Anahtar Kaya, Sekreterê Şaxa Hejmar 1 Recep Demir û Sekreterê Giştî yê Şaxa Hejmar 1 Medeni Çiçek de hate îmzakirin.
Merasîma îmzakirinê ya ku li Serokatiya Şaredariya Xana Axparê hat lidarxistin, bi beşdariya endamên Şaxa Hejmar 1 a Genel-İşê ya Amedê, nûnerên karxaneyan û endamên Meclîsa Şaredariyê pêk hat.