Li Xana Axparê Konsereke Bi Coş

Li Xana Axparê Konsereke Bi Coş

Tarih : 20-07-2026 7 defa incelendi

​Mehmet Atli û Rûken Yilmaz ên ku di konsera ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve hat lidarxistin de derketin ser dikê, bi stranên xwe ji şêniyên navçeyê re şeveke ku nayê jibîrkirinê dan jiyîn.

​Ji aliyê Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Xana Axparê ve "Konsera Gel a Xana Axparê" hat lidarxistin. Di konsera ku şêniyên navçeyê eleqeyeke mezin nîşan da de, navên hezkirî yên muzîka kurdî Mehmet Atli û Ruken Yilmaz derketin ser dikê. Di Konserê de ku li Parka Nûjiyanê hat lidarxistin, Nîsanûr Fîdan a astengdara çavan ku bi serê xwe fêrî lêdana piyanoyê bûye jî derket ser dikê.

​Di konserê de, madalya û kupaya şampiyoniyê pêşkêşî lîstikvanên Çinar Belediyesporê hatin kirin ku di Lîga 1'emîn a Amator a Amedê de bûbûn şampiyon.

​Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz ku beriya konserê axaftineke kurt kir, balê kişand ser girîngiya aliyê civakî ya hebûna kurdî û  tevkariya ku muzîka kurdî li pêşketin û zindîhiştina ziman û çandê kiriye jî bi bîr xist û binê wê xêz kir. Semra Akyuz destnîşan kir ku çalakiyên bi vî rengî ji bo ku kurdî bibe parçeyekî jiyanê ya jêneger girîng in û anî ziman ku divê di her qada jiyanê de axaftina bi kurdî bibe helwesteke rêgezî. Akyûz diyar kir ku muzîk gerdûnî ye û got ew hêvî dike ku astengiyên li pêşiya muzîka kurdî di zûtirîn demê de bi dawî bibin.

​Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerîf Arzu jî bal kişand ser pêvajoya ku tê meşandin û daxwaza xwe ya ji bo serkeftina pêvajoyê û vebûna riya siyaseta demokratîk anî ziman. Mehmet Şerîf Arzu bal kişand ser peywendiya di navbera serkeftina pêvajoyê û rakirina astengiyên li pêşiya zimanê dayikê de û xwest ku helwesta cudakar a li hemberî kurdî û çanda kurdî di zûtirîn demê de bi dawî bibe.

​Nîsanûr Fîdan a ku piştî axaftinan derket ser dikê, bi dengê xwe yê xweş stranên xwe gotin, ji hezkiriyên muzîkê çepikên mezin girtin. Piştî Nîsanûr Fîdanê, Mehmet Atli û Rûken Yilmaz derketin ser dikê û bi newa û awazên xwe şeveke bi coş, bi mûzîka têr û tije pêşkêşî temaşevanan kirin. Konsera ku rastî eleqeya mezin a welatiyan hat û berdewam kir, bi govendên ku li ber stranan hatin gerandin bi dawî bû.


Paylaş