Tarih : 04-05-2026 1 defa incelendi
Civîna Asayî ya Meclîsa Şaredariya Xana Axparê ya Meha Gulanê, li Salona Civînê ya Meclîsê hat lidarxistin. Civîn bi serokatiya Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerif Arzu û bi beşdariya endamên meclîsê pêk hat; xalên rojevê yên ku ji komîsyonan re hatibûn şandin, ketin dengdayînê û hatin pejirandin.
Di civînê de raporta derbarê riyên îmarê yên Malên Afetê yên TOKİ’yê, têkoşîna li dijî hişbirê û xebatên piştgiriya civakî yên ji bo parastina ciwanan hatin nirxandin.
Civîn, bi nirxandina daxwaz û pêşniyaran bi dawî bû.