Tarih : 03-07-2026 2 defa incelendi
Gerînendetiya karûbarên Fenê ya Şaredariya Xana Axparê, xebatên xwe yên ji bo zêdekirina ewlehiyê ya çûyin û hatinê ya li navenda navçeyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, di serî de li Taxa Nû li ser riyên nû hatîbûn vekirin xebatên çêkirina kasisan (ji bo astengên kêmkirina leza erebeyan) hatin destpêkirin.
Ev xebatên ku bi mebesta kêmkirina leza wesayîtan, zêdekirina ewlehiya trafîkê û misogerkirina derbasbûna ewledar a peyayan tên meşandin û ev li gorî bernameya diyarkirî berdewam dikin.
Li aliyê din, li ser wan kasisên ku bi demê re xira bûne û temenê xwe yê bikaranînê tije kirine jî, xebatên lênihêrîn û nûkirinê bi awayekî hemwext tên kirin.