Tarih : 18-09-2026 2 defa incelendi
Seroka Giştî ya DÎTAV’ê Aysu Aksu Gunay, Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz di meqama wê de ziyaret kir. Di hevdîtina ku endamên meclîsa şaredariyê jî tê de amade bûn, di derbarê xebatên ji bû parastina nirxên dîrokî û çandî yên Amedê, danasîn û ragihandina wan ji bo nifşên pêşerojê agahî hatin parvekirin. Her wiha di civînê de li ser nirxên çandî yên Xana Axparê û xebatên hevpar ên ku dikarin bên kirin, nêrîn hatin parvekirin.
Di berdewamiya serdanê de amadekariyên "Konsera Senfonîk a Stranên Gelêrî yên Amedê" ku biryar di 19’ê Îlonê de li Keleha Zerzevanê bê lidarxistin, hatin nirxandin.