Perwerdehiya li Dijî Zewaca di Temenê Biçûk de li Taxa Cafirkê Berdewam Kir

Perwerdehiya li Dijî Zewaca di Temenê Biçûk de li Taxa Cafirkê Berdewam Kir

Tarih : 22-04-2026 2 defa incelendi

​Xebatên perwerdehiyê yên li ser zewaca di temenê biçûk de, ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Jinwar a Şaredariya Çinarê ve tên meşandin, li Taxa Cafirkê berdewam kirin.


​Perwerdehiya ku bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Jinwar û Komeleya Pêşî Zarok ve nêzî 5 meh berê hatibû destpêkirin, hîn jî didome. Di perwerdehiyê de pirsgirêkên laşî, derûnî û tenduristiyê yên ku zewaca di temenê biçûk de li ser aliyan peyda dibe, hatin nîqaşkirin. Di bernameya ku li Taxa Cafirkê ji bo mêran hat lidarxistin de, hat xwestin ku ji bo pêşîgirtina li van cûre pirsgirêkan, rê li ber zewacên di temenê biçûk û yên bi darê zorê were girtin.


Paylaş