Tarih : 29-09-2026 1 defa incelendi
Kursa Zimanê Kurdî ya ku ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve tê organîzekirin, dê di 1’ê Cotmehê de dest pê bike.
Serkariya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya me, ji bo perwerdehiya Zimanê Kurdî amadekariyên xwe temam kirin. Kursa ku dê di 1ê Cotmehê de dest pê bike, dê rojên pêncşemê di navbera saet 15.00 û 17.00’an de bê dayîn. Li gorî daxwaz û hejmara serlêdanan, dê polên nû jî bên vekirin.
Serlêdanên ji bo qeyda kursa zimanê kurdî dest pê kiriye û perwerdehî dê li avahiya pêvek (ek bina) a şaredariyê ya li ser Bûlvara Ataturk a li Taxa Gaziyê bê dayîn.
Serkara Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Xana Axparê Elîf Taş Çelîk, bang li tevahiya gelê Xana Axparê kir ku beşdarê kursa kurdî bibin û ji bo qeydê serî li kursê bidin.