Tarih : 29-06-2026 3 defa incelendi
Li Xana Axparê qeyd û arşîva dengbêjan were çêkirin.
Şaredariya Xana Axparê, ji bo qeydên dengbêjên ku kevneşopiya wêjeya devkî ya Kurdî bi awayekî muzîkal vedibêjin û ji bo avakirina arşîva berhemên wan, li gundên ku girêdayê navçeyê ne, xebat da destpêkirin.
Gerînendetiya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê, ji bo kevneşopiya dengbêjiyê ya ku tê de evîn, qehremanî, êşên civakî û wêjeya devkî ya Kurdî bi awayekî muzîkal tên vegotin, xebateke arşîvkirinê da destpêkirin. Di çarçoveya vê xebata ku tê destpêkirin de û bi armanca, qeydkirin û avakirina arşîva berhemên dengbêjên li sînorên navçeyê û li gundên wê dijîn; ji bo tesbîtkirina wan dê gund bi gund were gerîn û çîrokên jiyana dengbêjan, berhemên wan û gotinên kilamên wan, bi deng û dîmen werin qeydkirin.
Di vê warê de rawestgeha yekem a van xebatan li gundê Beşpinarê (..........)bû. Li gund, çîroka jiyana dengbêj Mehemedê Birkî ji devê wî bi xwe hat guhdarîkirin û kilam û berhemên ku ew distrê hatin qeydkirin.
Mamoste û perwerdekarê Muzîkê yê Gerînendetiya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê Veysel Atalay ku vê xebatê dimeşîne, diyar kir ku ev muzîka otantîk û bêhempa ya stûna muzîka Kurdî di salên dawî de bi dejenere û asîmîlasyonê re rûbirû maye. Atalay anî ziman ku ji ber polîtîkayên tên meşandin û geşedanên civakî, sibêroja vê kevneşopiyê xetere û bi fikar e. Atalay da zanîn ku metirsiya herî mezin a li pêşiya vê kevneşopiyê ew e ku nifşên ciwan ji bo domandina wê ne pir bi daxwaz in û wiha got: "Me xwest ku em hem domandina vê kevneşopiyê xurt û arasteyî bikin, hem jî bibin nûnerên dengê vê kevneşopiyê ku bi sedsalan e hewl didin dengê civakê bidin bihîstin. Lê îro guh li ber dengê wan tên girtin. Berî ku hebûna wan winda bibe, me xwest çîrokên jiyana wan, berhem û dengê wan qeyd bikin, arşîva wan ava bikin û wan wek mîrateyeke hêja hilbigirin û veguhezînin siberoj û sibetirên xwe."
Gerînendeya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê Ayşe Kuran jî anî ziman ku dengbêjî bi xwe veguhestina bîra civakê ye û wiha axivî: "Zimanê Kurdî û kevneşopiya Kurdan bi saya kevneşopiya dengbêjiyê bêyî ku winda bibin gihîştin roja me ya îro. Kilam bi behskirina bûyerên civakî, evîn û êşan, hestên resen li kûrahiya dilê me nexşandin û di rastiyê de nexşandinê berdewam dikin. Me jî ji bo avakirina pireke di navbera rabirdû û sibêrojê de û ji bo ku şopên kevneşopiya dengbêjiyê winda nebin, pêdivî bi xebateke wiha dît. Me ev yek jî bi navê "xebata arşîvê" da destpêkirin, ji bo ku hem çîrokên dengbêjan hem jî şopên kilamên ku ew dibêjin bigihînin nifşên piştî me û sibêrojê."