Tarih : 08-06-2026 4 defa incelendi
Tîmên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê bi armanca ku di aboriya herêmî de ji bo piştgiriya rola jinan a di qadên hilberîn û îstihdamê de bikin, bi jinan re çandina şitilên zerzewatan pêk anîn.
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê, ji bo piştgiriya keda jinê ya di hilberînê de, li Taxa Pornagê ya gundewarî bi jinên şêniyên taxê re beşdarî çandina şitilên zerzewatan bû. Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyüz, Cîgira Hevşaredarên me Kader Uzun Madenkuyu, endamên meclîsa şaredariyê û xebatkarên Navenda Jinan a Jinwarê beşdarî çandinê bûn. Piştî çandinê cara yekemîn şitil hate avdan.