Şaredariya Xana Axparê 'Kargeha Dramayê' dê Li Dar Bixe

Şaredariya Xana Axparê 'Kargeha Dramayê' dê Li Dar Bixe

Tarih : 13-05-2026 1 defa incelendi

Gerînendetiya Karên Çand û Hunerê ya Şaredariya Xana Axparê, bi dirûşma "Xwe kifş bike, derkeve ser dikê" Kargeha Dramayê li dar dixe.

​Şaredariya Xana Axparê, ji bo ciwan û jinan kargehekê amade dike ku armanca wê pêşxistina şiyana îfadekirina hest û ramanên beşdaran, xurtkirina xwebaweriyê û kifşkirina afirîneriyê ye. Qeydên kargehan dest pê kirine û kesên ku dixwazin beşdar bibin, dikarin agahiyên berfireh ji Gerînendetiya Karên Çand û Hunerê ya Şaredariya Xana Axparê werbigirin.

​Gerînendeya Karên Çand, Huner û Civakî Ayşe Kuran Çiçek diyar kir ku ew li benda beşdariyeke xurt in û armanc dikin ku beşdar xwe baştir nas bikin û bi derdora xwe re têkiliyên xurt deynin. 

Perwerdekar Elif Taş Çelik jî destnîşan kir ku ji bo derbaskirina sînorên şert û mercên jiyanê û ji bo ku ferd bi riya lîstikê pirsgirêkên xwe bînin ziman, wan ev kargehan tercîh kiriye.


Paylaş