Tevkariya Aktepeyê Ya Ji Bo Wêjeya Kurdî Di Panelê De Hat Destgirtinê

Tevkariya Aktepeyê Ya Ji Bo Wêjeya Kurdî Di Panelê De Hat Destgirtinê

Tarih : 20-05-2026 5 defa incelendi

​Di sedsala 19'an de, ji bo bîranîna Şêx Evdirehmanê Aktepî ku berhemên xwe bi Kurdî nivîsandine û di heman demê de zanyarekî pênas, stêrnas û helbestvanekî mutasavvif ê pirzimanî bû, panelek hate lidarxistin.

​Bi hevkariya Şaredariya Xana Axparê û Komelaya Wêjakarên Kurd, di bin navê "Di parastina Kurdî û geşedana wêjeya Kurdî de girîngiya Malbata Aktepeyê" panelek hat amadekirin.

Hevşaredarê me Mehmet Şerif Arzu, Cîgira Hevşaredarên me Kader Uzun Madenkuyu, endamên meclîsê û Malbata Aktepeyê tevlî panela ku li Taxa Aktepeyê hat lidarxistinê, bûn.

​Di panelê de, li gel tevkariyên Malbata Aktepeyê yên ji bo ziman û wêjeya Kurdî û teysa vê mîratê ya di qada edebî de, nêrînên li ser berhemên Şêx Evdirehmanê Aktepî jî hatin parvekirin. Di çalakiya ku moderatoriya wê Dicle Gultekin Çinar dikir de, axaftvanan bal kişandin ser girîngiya parastina ziman û veguhastina mîrata çandî.


Paylaş