Tarih : 28-07-2026 defa incelendi
Rayedarên Weqfa Zarokên Lusemiyî (LÖSEV) serdana Hevşaredarên Xana Axparê Semra Akyuz û Mehmet Şerif Arzu kirin.
Berpirsê Ofisa Têkiliyê ya LÖSEVê ya Amedê ku beriya demeke kurt hatibû vekirin Barış Uzalan û Berpirsa Têkiliyên Bi Publicê Re ya Ofisa Têkiliyê ya LÖSEVê ya Amedê Dilara Özen, serdana Hevşaredarên me Semra Akyuz û Mehmet Şerif Arzu kirin. Di hevdîtina ku li Serokatiya Şaredariya Xana Axparê hate lidarxistin de, rayedarên LÖSEVê di derbarê amanc û xebatên weqfa xwe de agahî dan û ji bo perwerdehiyên hişmendiyê yên ku dê li Xana Axparê li dar bixin daxwaza piştgiriyê ji şaredariyê kirin.
Hevşaredarên Xana Axparê Semra Akyuz û Mehmet Şerif Arzu jî diyar kirin ku xebatên ji bo zarokên lusemiyî pir hêja ne û anîn ziman ku ew ê mîna her xebatek ku ji bo berjewendiya civakê tê kirin, piştgiriyê bidin van xebatan jî.
Piştî serdana Hevşaredariyê, rayedarên LÖSEVê serdana Gerînendetiya Karên Çapemenî û Têkiliyên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê kirin, di derbarê xebatên xwe de agahî dan û li ser xebatan nerînên xwe parve kirin.