Tarih : 01-10-2026 3 defa incelendi
Şaredariya Xana Axparê û Zarok Ma li Taxa Yûvacikê atolyeya muzîkê ya zarokan lidarxistin.
Şaredariya Xana Axparê, Ma Music Center, Komeleya Malbata Muzîkê ya Ma û Zarok Ma, di çarçoveya “Gerok Kargeha Zarokan” de li Taxa Yûvacikê atolyeya muzîkê ya zarokan lidarxistin.
Atolye bi lîstikên nasînê dest pê kir û bi çalakiyên wêneyan, rîtîm û dengbêjiyê berdewam kir. Atolyeya Muzîkê ya Zarokan bi konserek biçûk ku tê de zarokan huner û jêhatîbûniyên xwe yên nû yên muzîkê nîşan dan, bi dawî bû.
Atolyeya Muzîkê ya Zarokan, ku li gundê Çinarê dest pê kiribû û li Taxa Yûvacikê berdewam kir, dê di 11’ê Cotmehê de li gundên din jî berdewam bike.