Tarih : 10-07-2026 8 defa incelendi
Kursên ku Şaredariya Xana Axparê li qadên cuda, di warên cihêreng de li dar dixe, berdewam dikin.
Kursên tembûr, gîtar û perwerdehiya şanê ku ji aliyê Gerînendetiya Karên Çand, Huner û Civakî ya Şaredariya me ve di heyama nû de hatine destpêkirin, berdewam dikin. Kursên me yên ku ciwan û zarokên ji komên temenî yên cuda eleqeyeke mezin nîşan didin, tê de xwendekar di hefteyê de 2 rojan perwerdehiya tembûrê û 2 rojan jî perwerdehiya gîtarê dibînin.
Perwerdekarê kursê Veysel Atalay diyar kir ku armanca wan ji van kursên ku serlêdanên wan hîn jî berdewam dikin, pêşxistina behre û jêhatîbûnên hunerî yên xwendekaran e. Atalay, di heyama nû de bang li ciwan û zarokan kir ku werin ji bo qeydan serlêdanên xwe bikin.