Tarih : 10-08-2026 1 defa incelendi
Şaredariya Xana Axparê, ji bo bilindkirina asta hişmendî û hesasiyeta ji bo paqijiya derdorê, bi beşdariya şêniyên navçeyê li seranserê navçeyê kampanyaya paqijiyê dide destpêkirin.
Gerînendetiya karûbarên Paqijiyê ya Şaredariya Xana Axparê, bi armanca xurtkirina hişmendiya hawirdorparêziyê û hesasiyeta vê mijarê, li seranserê navçeyê kampanyaya paqijiyê dide destpêkirin. Kampanya bi dirûşma jorîn a "Ez Ji Amedê Hez Dikim, Qirêj Nakim" û bi dirûşma jêrîn a "Xana Axpareke paqij berpirsiyariya me hemûyan e" ev yek tê lidarxistin. Starta kampanyayê sibê saet di 16.00’an de li Taxa Nû ya li navendê tê dayîn. Kampanyaya ku bi beşdariya welatiyên navçeyê pêk were, dê di rojên din ên hefteyê de jî lê li taxên cuda berdewam bike. Kampanya piştî starta roja Sêşemê ya li Taxa Nû; roja Çarşemê jî li Taxa Yeşîl û li Taxa Kevn, roja Pênşemê li Taxa Gazî, roja Înê li Taxa Fatîh û roja Duşemê jî li Taxa Cumhuriyetê dê berdewam bike.