Li Şaredariya Xana Axparê Civînên Performansê Dest Pê Kirin

Li Şaredariya Xana Axparê Civînên Performansê Dest Pê Kirin

Tarih : 30-07-2026 7 defa incelendi

​Li Şaredariya Xana Axparê civînên di derbarê rêjeya pêkanîna hedefên gerînendetiyan ên sala 2026’an de dest pê kirin.

​Di çarçoveya hedefên gerînendetiyan de yên ku li ser navê Şaredariya Xana Axparê ji bo sala 2026’an pêşkêş kiribûn, bi gerînendeyên peywendîdar re civîn hatin lidarxistin. Di civînan de hedefên gerînendetiyên  peywendîdar ên di nava salê de, ji van hedefan çend hatine pêkanîn, astengiyên li ber hedefan çi bûn ku nehatine pêkanîn an jî rêjeya pêkanîna wan kêm man û çareserkirina van astengiyan hatin nirxandin.

​Civînên ku bi beşdariya Hevşaredarên Xana Axparê Semra Akyuz û Mehmet Şerif Arzu, Cîgira Hevşaredaran Kader Uzun Madenkuyu û endamên meclisê hatine lidarxistin dê berdewam bikin.


Paylaş