​Şaredariya Xana Axparê Sezona Hewza Avjeniyê ya Olîmpîk vekir

​Şaredariya Xana Axparê Sezona Hewza Avjeniyê ya Olîmpîk vekir

Tarih : 01-07-2026 3 defa incelendi

Kursên Avjeniyê yên olîmpîk ku ji aliyê Gerînendetiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya şaredariya me ve tên meşandin, hatin vekirin.
​Cîgira Hevşaredaran Kader Uzun Madenkuyu, li gel endamên meclîsê, vekirina kursa hewza Avjeniyê ya olîmpîk a ku li Parka Nujiyanê ye, pêk anî. Digel vekirinê, dersên avjeniyê yên ji bo zarokên di navbera 8-17 salî de û jinên mezin, her wiha bernameya roja gel jî hatin destpêkirin.
​Li gorî bernameya diyarkirî;
​Zarokên keç: Rojên Sêşem û Pêncşemê di navbera saet 10:00-11:00 û 14:00-15:00an de,
​Zarokên kur: Rojên Çarşem û Înê di heman saetan de dikarin ji hewzê sûd werbigirin.
​Rojên Şemiyê: Di navbera saet 10:30-12:00an de kursa avjeniyê ji bo jinên mezin tê dayîn, ji saet 12:00an pê ve jî tesîs wekî "Roja Gel a Jinan" xizmetê dide.
​Rojên Yekşemê: Wekî "Roja Gel a Mêran" çalak e. Saet û rojên seansên kursê, li gorî qelebalixî û daxwazê dikarin ji aliyê şaredariyê ve ji nû ve werin vesazkirin.
​Rayedarên şaredariyê bi vekirina hewzê re, derbarê rêzikên paqijî û ewlehiyê de hişyariyên girîng kirin. Hat diyarkirin ku di rojên dawiya hefteyê de zarokên bin 15 salî pêwist e ku bi dê û bavên xwe re bên tesîsê û ew zarokên ku dê û bavên wan bi wan re nebin, dê neyên girtin. Divê ew welatiyên ku dê hewzê bi kar bînin cilên avjeniyê (mayo), şimikên hewzê, pêşgîr  û li gorî daxwazê berçavkên avjeniyê bi xwe re bînin; her wiha ji ber pîvanên tesîsê, di ketinê de bikaranîna boneyê (pûşika serî) pêwist e.