​Li Taxa Ovabaxê Kêfxweşiya Şahiya Zarokan

​Li Taxa Ovabaxê Kêfxweşiya Şahiya Zarokan

Tarih : 03-07-2026 defa incelendi

​"Şahiya Lîstikên Zarokan" a ku bi hevkariya Gerînendetiya Çand, Huner û Xizmetên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê û ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de bi zarokên li Taxa Ovabaxê re hatin cem hev.

​Di çalakiya ku bi beşdariyeke mezin pêk hat de, zarokan bi kargehên boyaxkirinê, lîstikên hîndekariyê û çalakiyên cihêreng ên ku bi taybetî ji bo wan hatibûn amadekirin, demên xweş derbas kirin. Di şahiyê de du komên cuda yên zarokan hatin avakirin û wan di xebatên muzîk û rîtmê de hunera xwe nîşan dan. Di qonaxa yekem de komekê rîtm girt, koma din jî bi stranên xwe tevlî wan bûn. Di beşa dawî ya çalakiyê de her du kom hatin cem hev û bi rênîşandana perwerdekaran bi awayekî organîze konser û nîşandana rîtmê ya hevpar pêşkêş kirin. Şahiya ku rastî eleqeyeke mezin a zarokan hat, bû sedema dîmenên rengîn.