Li Xana Axparê Bûfeyên Nanê Gel Dest Bi Xizmetê Kirin

Li Xana Axparê Bûfeyên Nanê Gel Dest Bi Xizmetê Kirin

Tarih : 30-09-2026 2 defa incelendi

Bûfeyên "Nanê Gel", ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi armanca ku welatî bigihîjin nanê erzan hatibûn avakirin, piştî protokola ku bi Şaredariya Xana Axparê re hat destnîşankirin, li navçeya me dest bi xizmetê kirin. Di çarçoveya vê protokolê de li navçeyê du bûfeyên nanê gel hatin danîn.


Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku welatî karibin bi erzanî bigihîjin maddeyên xwarinê yên bingehîn, Fabrîkaya Nanê Gel ava kiribû. Piştî xebatên fabrîkayê, li gorî protokola di navbera her du şarederiyan de, du bûfeyên nanê gel li Xana Axparê hatin vekirin  û dest bi xizmetê kirin. Ev bûfe yek li Taxa Cûmhuriyetê û ya din jî li Taxa Gaziyê hatin danîn, di qonaxa yekem de tê hedefkirin ku rojane hezar nan bê firotin. Bûfeyên Nanê Gel dê serê sibê saet di 07.00’an de dest bi kar bikin û li gorî hewcedariyê hejmara nanan yê were zêdekirin.