Serdana Gundên Çinarê ji Hêla Hevşaredar Akyuz û Endamên Meclîsê ve Pêk Hat

Serdana Gundên Çinarê ji Hêla Hevşaredar Akyuz û Endamên Meclîsê ve Pêk Hat

Tarih : 04-05-2026 1 defa incelendi

​Hevşaredara Xana Axparê Semra Akyuz û endamên meclîsa şaredariyê, li gundên Hucetî, Serikliyan û Yuvacixê bi welatiyan re hatin cem hev.

​Hevşaredar Semra Akyuz û endamên Meclîsa Şaredariyê, guhdariya pirsgirêkên şêniyên gundên Hucetî, Serikliyan û Yuvacixê kirin û ji bo çareserkirina kêşeyan danûstandina fikran pêk anîn. Di serdana ku Parlamentera Partiya DEM'ê Ceylan Akça Cupolo û rêveberiya navçeya Xana Axparê ya Partiya DEM’ê jî tê de amade bûn, pêşniyarên welatiyan hatin girtin û li ser mijara pêkanîna van pêşniyaran nîqaş hatin kirin.