Civîna Amadekariya Serdema Nû Ya Şaredariya Xana Axparê

Civîna Amadekariya Serdema Nû Ya Şaredariya Xana Axparê

Tarih : 16-06-2026 3 defa incelendi

Rêveberiya Şaredariya Xana Axparê, ji bo nirxandina pirsgirêkên navçeyê û xizmetên ku dê di serdema nû de werin kirin, ligel gerînendeyên yekeyan hatin cem hev.

​Hevşaredarên me Semra Akyuz, Mehmet Şerif Arzu û Cîgirên hevşaredaran Kader Uzun Madenkuyu û Mehmet Bozkurt; ji bo gotûbêjkirina pirsgirêkên li navçeyê, çareseriya wan û xizmetên ku dê di serdema nû de pêk werin pêşkêşî kirin, ligel gerînendeyên yekeyan civînek pêk anîn.

​Di civîna ku li Salona Meclîsa Şaredariyê hat lidarxistin de, gerînendeyên yekeyan behsa pirsgirêkên ku di dema xizmetê de rû didin kirin, li ser çareseriyên wan û plansaziyên serdema nû nêrînên xwe parve kirin.


Paylaş