Tarih : 23-07-2026 3 defa incelendi
Xebatên Şaredariya Xana Axparê yên ji bo çêkirin, sererastkirina riyan û raxistina kevirên parke ku li taxên çolter/gundewar dabûn destpêkirin, bi xebatên li 2 taxan berdewam dikin.
Xebatên çêkirin, sererastkirina riyan û raxistina kevirên parkeyê yên kilîtkirî ku ji aliyê Gerînendetiya Karûbarên Fenê ya Şaredariya Xana Axparê ve hatine destpêkirin, berdewam dikin. Di çarçoveya xebatan de, li taxên gundewar ên bi navê Şujik û Qurgunê, li hewşên malên şînê û dorawan xebatên raxistina kevirên parke hatin destpêkirin. Xebatên tîmên şaredariyê yên li her du gundan berdewam dikin. Piştî bi dawîbûna xebatên li vir, tîmên me dê li gorî plansaziyên hatine kirin, xebatên xwe li taxên din jî bidomînin.