Tarih : 27-04-2026 2 defa incelendi
Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Jinwar a Şaredariya Xana Axpar, xebatên xwe yên perwerdehiyê yên li ser pirsgirêkên ku ji ber zewaca di temenê biçûk de peyda dibe, li taxa Şikeftanê berdewam kir.
Perwerdehiya ku bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Jinwar û Komeleya Pêşî Zarok nêzî 5 meh berê hatibû destpêkirin, li Taxa Şikeftanê bi beşdariya mêran hat lidarxistin. Di bernameyê de, pirsgirêkên laşî, derûnî û tenduristiyê yên ku zewaca di temenê biçûk de li ser aliyan (jin û mêr) ava dike, hatin nîqaşkirin. Di perwerdehiya ku ji bo mêran hat dayîn de, hat xwestin ku ji bo dûrketina ji van pirsgirêkan, rê li ber zewacên di temenê biçûk û yên bi darê zorê were girtin.