Tarih : 17-07-2026 12 defa incelendi
Nîsanûr Fîdan a 12 salî ya astengdara çavan ku bi serê xwe hînî lêdana piyanoyê bûye, sibê di konsera Mehmet Atli û Rûken Yilmaz de ya ku ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve tê lidarxistin dê derkeve ser dikê.
Nîsanûr Fîdan a ku li gundê Agaçsevera Xana Axparê dijî, sibê saet di 19.30an de di konsera ku li Parka Nûjiyanê de were lidarxistin, dê 15 xulekan li ser dikê bimîne. Nîsanûr Fîdan beriya konsera sibê serdana Hevşaredarên Xana Axparê Semra Akyuz û Mehmet Şerîf Arzu kir.