Çalakiyên Zarokan yên ku ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve tên organîze kirin dest pê dikin

Çalakiyên Zarokan yên ku ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve tên organîze kirin dest pê dikin

Tarih : 28-09-2026 1 defa incelendi

Çalakiyên ku ji aliyê Şaredariyê ve ji bo zarokan li gundan hatine plan kirin, dê di 29’ê Îlonê de dest pê bikin.


Bi organîzasyona Şaredariyê  , Ma Music Center, Komeleya malbata Ma Müzikê û Zarok Ma, di çarçoveya “Gerok Kargeha Zarokan” de ji bo zarokan dê çalakî bêne lidarxistin. 
Di çalakiyên ku dê li gundan bên lidarxistin de zarok dê di muzîkê, wêneyê û atolyeyên cuda yên hunerî de werin cem hev.
Armanca van çalakiyan, ji bilî piştgirîkirina pêşveçûna hunerî û civakî ya zarokan, xurtkirina çanda hevkarî, bi hev re hilberandin û piştgiriyê ye.
Destpêka çalakiyan dê li Çınarköyê (Gundê Çinarê) bê dayîn. Çalakiya ku ji aliyê Serkariya Karên Çand û Civakî ve dê bê lidarxistin, di 29’ê Îlonê de, saet 15.00’an da dest pê bike.
Çalakiyên “Gerok Kargeha Zarokan” dê di 30’ê Îlonê  de , saet 15.00’an de, li gundê Yuvacıkê berdewam bike.


Paylaş