Tarih : 01-07-2026 2 defa incelendi
Bi hevpariya Gerînendetiya Çand, Huner û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê û ÇandAmed a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Omerayê şahiyeke zarokan hat lidarxistin.
Şahî ji bo zarokên ku di gihîştina derfetên civakî de zehmetiyê dikişînin û ji bo civakîbûna wan hate lidarxistin û tê de kargehên boyaxkirin û xêzkirinê pêk hatin. Piştî kargeha şiyana destan, di kargeha rîtmgirtin û strangotinê de zarokan demeke xweş derbas kirin.