Tarih : 18-06-2026 39 defa incelendi
Jinên ku di bin xebatên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan de di kargeha fêrbûna pîşeyê de perwerde dibînin, dahata ku ji berhemên xwe bi dest xistine ji bo tedawiya 3 zarokên nexweşên masûlkeyan (DMD) ku 2 ji wan bira ne, bexş kirin.
Jinên ku beşdarî Kargeha Teknîkên Hûnandinê ya ku di destpêka vê salê de ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê ve hatibû vekirin û 20 jin tê de cih digirtin, 43 hezar û 400 TL dahata ku ji firotina berhemên keda xwe bi dest xistine, ji bo tedawiya 3 zarokên nexweşên masûlkeyan (DMD) pêşkêşî malbatên wan kirin. Jinên kursiyer ên ku di "Hevdîtina Keda Jinê û Çandê" ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi hevkariya şaredariyên navend û navçeyên derve hatibû lidarxistin de stand vekirin; dahata ku ji berhemên keda destan ên li Kargehê û ji xwarinên ku bi awayekî kolektîf çêkiribûn bi dest xistine, bexşî malbata Adem ê 3 salî û Yûsif Gulmuş ê sal û nîvî û malbata Kerem Balik ê yek salî kirin ku her sê zarok jî tedawiya DMD'ê dibînin.
Xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Xana Axparê, dahata firotinê radestî malbata Gulmuş a ku li gundê Baxşîneyê rûdine û malbata Balik a ku li navenda Xana Axparê rûdine kirin. Di navbera her du malbatan de ev bexş bi awayekî wekhev hat parvekirin. Dayika Adem û Yûsif, Esen Gulmuş û dayika Kerem Balik, Şehriban Balik ev alîkarî qebûl kirin û spasiya jinan kirin, her wiha bang li xêrxwazan kirin ku ji bo tedawiya zarokên nexweş piştgiriya wan bikin.