Tarih : 06-08-2026 7 defa incelendi
Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerif Arzu û Cîgira Hevşaredar Kader Uzun Madenkuyu, xebatên çêkirina riyan ku li taxên gundewar berdewam dikin li cihê wan venêrîna wê kirin.
Hevşaredarê Xana Axparê Mehmet Şerif Arzu, Cîgira Hevşaredar Kader Uzun Madenkuyu, xebatên çêkirina riyan û raxistina kevirên parkeyê yên li dorhêla mizgeft û malên şînê yên ku ji aliyê Şaredariya me ve li taxên gundewar hatine destpêkirin li cihê wan lêkolîn û venêrîna xwe kirin. Hevşaredar Arzu û Cîgira Hevşaredar Kader Uzun Madenkuyu yên ku xebatên li Xana Axparê berdewam dikin, ji Gerînendetiya Karûbarên Fenê Ramazan Akçay agahî girtin û piştre li taxên gundewar ên Dêrgur, Darê, Digrok, Sujik û Qurgunê ku raxistina kevirên parkeyê li dorhêla mizgeft û malên taziyeyê hatine kirin lêkolîn pêkanîn. Hevşaredar Arzu û Cîgira Hevşaredar Kader Uzun Madenkuyu di dema lêkolînan de ji keyayên gundan jî di derbarê xebatan de agahî girtin û xwestek û daxwaziyên wan guhdar kirin.
Gerînendetiya Karên Fenê yê Şaredariya Xana Axparê Ramazan Akçay ku di derbarê xebatan de agahî da, diyar kir ku di çarçoveya xebatên sala 2026’an ên ji bo taxên gundewar de 35 kîlometre riyên Aywerî, Çapenya û riyên zozanan temam kirine. Akçay anî ziman ku li van deran xebat temam bûne û xebatên xwe yên li Xana Axparê berdewam dikin û diyar kir ku di nava meha Tîrmehê de li gundên Dêrgur, Karacbelek, Digrok, Sujik û Qurgunê li dorhêla malên taziyeyê, mizgeftan û li parkan 6 hezar û 500 metreçargoşe kevirên parkeyê hatine raxistin. Agahî da ku xebat dê bi taxên Darê, Digrok, Sujik û Qurgunê berdewam bikin. Akçay got: "Di meha Tebaxê de xebatên çêkirina riyan, raxistina kevirên parkeyê yên li dorhêla malên taziyeyê, mizgeftan û qadên parkan di çarçoveya lîsteya kar de dê berdewam bikin. Di vê mehê de bi dawîbûna pêvajoya îhaleya çêkirina parkeyan re dê li gundên di nava îhaleyê de xebatên çêkirina parkeyan dest pê bikin. Piştî xebatên çêkirina rê û parkeyan, xebatên me dê bi raxistina menfezan a ji bo ava baranê û ava rûyê erdê (sererdê) jî berdewam bikin."