Şaredariya Xana Axparê li Çemê Reşanê Xebata Paqijiyê Kir

Şaredariya Xana Axparê li Çemê Reşanê Xebata Paqijiyê Kir

Tarih : 09-06-2026 8 defa incelendi

Şaredariya Xana Axparê, xebatên xwe yên paqijiya hawirdorê û hişyariyê didomîne. Di vê çarçoveyê de tîmên şaredariyê, çop û bermahiyên ku bi taybetî li qadên pîknîkê yên li derdora Çemê Reşanê hatibûn hiştin, paqij kirin.

 

​Di çalakiya ku ji ber 5'ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê hat lidarxistin de; bi hevkariya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, Gerînendetiya Karûbarên Paqijiyê û Gerînendetiya Guhertina Avhewayê û Bêbermahiyê, meşeke paqijiya hawirdorê û hişyariyê hat lidarxistin. Hedefa vê çalakiyê, ji bo bilindkirina hişmendiya civakî ya ji bo parastina xwezayê bû.

​Di daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Xana Axparê ve hat kirin de, bal hat kişandin ser vê yekê ku "Xwedîderketina li xwezayê berpirsiyariya me hemûyan e" û ji welatiyên ku serdana Çemê Reşanê dikin bi taybetî ji wan hat xwestin ku hawirdorê paqij bigirin û bermahiyên xwe li xwezayê nehêlin.

Hat diyarkirin ku ji bo hawirdoreke paqijtir, siberojeke bi tenduristir  û jiyaneke domdar, divê hemû welatî hestiyariyê nîşan bidin.