Li Xanika Jêr Xebatên Projeya Ava Vexwarinê Dest Pê Kir

Li Xanika Jêr Xebatên Projeya Ava Vexwarinê Dest Pê Kir

Tarih : 06-05-2026 15 defa incelendi

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DİSKİ), di encama hevdîtinên bi Şaredariya Xana Axparê re, bi girtina ber çavan a nifûs û hewcedariyên sereke, li gundê Xanika Jêr dest bi projeya ava vexwarinê kir.

​DİSKİ, li navçeya Xana Axparê xebatên xwe yên projeyên av û kanalîzasyonê yên ku li gundan dabû destpêkirin, didomîne. Di çarçoveya projeyên ku bi koordînasyona Şaredariya Xana Axparê tên meşandin de, piştî qedandina xebatên ava vexwarinê ya gundên Herzemê û Herbereyê, niha jî li Taxa Xanika Jêr dest bi xebatan kirin.
​Pêvajoya îhaleyê ya projeyê bi dawî bû û ava vexwarinê ya gund dê bi riya sondajê were peydakirin. Di hundirê gund de xeta tora avê dê were raxistin û bi riya birca avê (depo) ya ku dê li ser riya Amed-Mêrdînê bê avakirin, belavkirina avê pêk were. Tê payîn ku ev proje di nava 3-4 mehan de bi dawî bibe.

​Piştî temambûna xeta ava vexwarinê, tê plankirin ku li gund xebatên projeya kanalîzasyon û binesaziyê jî dest pê bikin. Hat ragihandin ku projeya xeta kanalîzasyonê di qonaxa îhaleyê de ye û piştî temambûna vê pêvajoyê dê xebatên li qadê dest pê bikin.

​Di çarçoveya van projeyan de, Gerînendeyê Şaxê Xana Axparê yê DİSKİ’yê Dilaver Işık û Şefê Şaxê Kutbettin Tari, serdana Hevşaredarên me Semra Akyuz û Mehmet Şerif Arzu kirin û der barê xebatan de danûstandina fikran pêk anîn.


Paylaş